Skip Navigation Links
Start
Civat
Siyaset
Dokument
Sport
Magazin
Arşîv
Kontakt
Skip Navigation Links
 
Jİ RAYA KURDİSTANÊ YA GİŞTI RE
2015-05-12 23:04
Mediakurd, 12/5-2015
Pêvîstiye bersivên spûklasyonên li ser komisyona insiyatîfa yekîtiye PDK (li bakur) ku bê bingeh û bi buxtanên bê rêzik tên kirin, me xwe mecbur di ku em bi raya giştî ya azadîxwaz devletxwaz û netewaparêzên kurd û kurdistaniyan re bi hişmendiyek zelal bi îradeyek azad parve bikin.

Armanca me ya bingehîn ew e ku em parçebûna ku di hişmendiya xeta neteweyî û demokrat di doza neteweyî ya Kurdîstanî de çêbûye û parçe parçe bûne di nawa PDK yî yên bakur’da û aloziyên heyî ku bandora xwe negativ li ser alîgiran kirî bi dawî bînin li navçeye midyadê 01-10-2015 ji 120 siyasetmedarên kurd civînek hate li darxistin û di civînê de ji 12 kesan komisyonek li ser nawê iniyatîfa yekîtiye PDK (li bakur)hate hilbijartin

Armanca komisyona yekîtiyê ne eve ku bi serê xwe bi rêxistin bibê.

Ev buxtanên bê bingeh û hêrîşên ji ûslûbên xêrxwaziye yekîtiye netew û demokrat dûr,bi buxtanên bê rêzik nikarin xabatên insiyatîfa yekîtiyê bidin sekinandin.

Çûnkî,insiyatîf bi îrade û keramet û piştgiriye gel ya pîroz ji bo yekîtiye xeta netew û demokrat mudaxeleyî rojevê kirîye.

Armanca me ku em bidestxistina potansiyela ku bikaribe mudaxeleyî rojevê bike û rojevê diyar bike.

Avakirina rêxistinbûnek kurdistanî li ser rêbaza barzanî xeta netew û demokrat bi afirandina atmosfera ku bikarîbî serdestiyê li ser axa xwe bikî û xeta netew û demokrat di binê banekî da kom bibe û yekdeng be.

Bi vê armancê me bangî hemû aliyan kir û hevdîtinên xwe bi gelek aliyan re parvekirin û em xabatên xwe di nava gel de di dômînîn.

Em civînên berfireh li heremên kurdistanê bi kar tînin û berdewam dikin,her diçê piştgirîye insiyatîfa yekîtiyê zêde dibe.

Êş û janên xwe û çareseriye parçe bûnê çawa ji holê rakin û bi yekdengî bibin dermanê wê birînê bi beşdaran û alîgiran re parvedikin.

Civînê me ji aliyên kurdistaniyan ve tên pêşevazî kirin û piştgiriye xwe diyar dikin û xabatên me pîroz dikin.Em gelek ne xarîbî wan kampanyayê ku li hemberî xabata yekîtiye xeta netew û demokrat û rêbaza barzanî tê kirin.

Demê me dest bi wan xabata kir me dizanî evên di xwazin her ev rêbaz di nawa parçe bûnê de bimînê û di nawa xwe de ji aloziyên kesayetî xelas nebe evên hebin û dest bi buxtanan bikin.

Em ji bo postan bi tû hêz,rêxistin û kesan re şer nakin,em hewcedariyên vê têkoşîna birûmet bi cî tînin.

Em insiyatîfa yekîtiye PDK (li bakur) bi xwe bawerin ku li ser rêbazek rastî dimeşin.Em bi tewra’’xelaskarê dema dawîn’’ derneketin,di vê dema nû ya kurdan de,di cihana wan ya nû de em bi roleke erênî û avakar derketine meydanê.



Em car din bi vê mebastê bang dikin rêxistinê xwe veke PDK yî yên li bakur dibinin û parçe bûne çi grup,tevger,kom û komikên xwe li ser rêbaza barzanî dibinin verin em bibin yek, em bibin yek deng,dev ji xeyalên vala berdin.

Xeyalê vala ne ji bo berjevendiyê kurd û kurdistanêye dev ji zaafiyetên kesayetî berdin.
Em bi yekîtî û yek dengî encex bibin bersive xeta netew û demokrat û devletxwaz,azadîxwaz,serxwebûnxwaz.

Parçe bûne xeta netew û demokrat ji bo berjevendiyê dagirkerana.

Verin em bi hevre, mil bidin hev, em nexêrxwaziye yekîtiye netew di ûcdananda mahkûm bikin.Em berê xwe ji nexêrxwazan bi guherînin.

Em ji nav alîgiran tên, em dengê alîgiran bi rêxistin dikin, em rastiyan dîqîrin.

Em ê ji xeletiyên xwe jî netirsin, lewra em ê di xeletiyan de israr nekin.

Stratejiya me ya bingehîn ev e ku em vê hişmendiyê veguherin ser hêz û dengekî hevpar em destê xwe tenê nekin bin kevir de, em bedene xwe ji bikin bin kevir de ji bo yektîye xeta netew û demokrat .12-05-2015

KOMİSYONA INSIYATIFA YEKITIYE PDK(Lİ BAKUR)