Skip Navigation Links
Start
Civat
Siyaset
Dokument
Sport
Magazin
Arşîv
Kontakt
Skip Navigation Links
 
DAXUYANİYE ÇEPEMENİYÊ Û RAYA GİŞTİ YA KURDİSTANÊ
2015-05-04 17:26
3/5-2015- Batman
03-05-2015 Li bajarê Batmanê civîne lijna insiyatîya yekîtiye PDK (li bakur) ji aliyê gelek alîgirên yekîtiye xeta netew û demokrat we bi girseyî hate li darxistin.

Di civînê de li ser perçe bûne PDK yî yên li bakurê Kurdistanê û yekîtiye xeta netew û demokrat ji aliyên beşdaran ve bi dilgermî hate nirxandin û nîkaşkirin.

Di civînê’da siyasetmedar, şaxsiyêtên xwedî qanaat Serokê partî û komel beşdar bûn.Di civînê de beşdar buna cuwanan bi girseyî hate dîtin.

Civîn bi cuwanan hate xamilandin.
Ev cihê şanazî û baxtewariyê bû.

Her, civîne Lijna insiyatîfa yekîtiye PDK(li bakur) ku li hereme tê li dardixistin her roj berfireh bûne xwe zêdetir dike û ji aliyê kurdistaniyan ve piştgiriyê xurttir dike.

Di civîna batmanê’de alîgirên yekîtiye xeta netew û demokrat û rêbaza barzanî bi pêşniyar û piştgiriye xwe bi berdavemkirina xabata insiyatîfê diyar kirin.

Dîtinê xwe li ser pêvîstiye yekîtiyê anîn ziman û xabatên lijna insiyatîfê pîroz kirin.

Lijna insiyatîfa yekîtiyê kar û xabatê xwe wê bi civînê hereme bi alîgaran re berdewam bikê.Xabatê xwe di nawa gel’de bi avakirina komîteyê xwe bi rêç û rêbaz wê berdewam bikin .

Em gelek baxtewarin ku alîgir û piştgirên yekîtiye xeta netew û demokrat piştewaniye insiyatîfa yekîtiye PDK (li bakur) dikin û beşdarî civînên li hereme dibin û li her heremê jî piştewaniye xwe diyar dikin.

Em carek din dibêjin kom û komikên xwe weke netew û demokrat kurd û kurdistanî bi naw dikin, em carek din dibêjin ev partiyên xwe weke rêbaza PDK li bakur dibinin û perçe perçene û di nawa xwede li hevketîne û bê armancên yekrêzÎ û yekîtiye hevpariyêne.

Werin em bibin yek, verin em bibin bersivên wê potensiyala mezin ya sosyolojik û polîtîk ya ji yekÎtiyê û yekrêziyê re amede.

Perçebûna xeta netew û demokrat ne ji bo berjewendiyê milletê kurd e berjevendiyek perçe bûnê hebê ev jî, ji bo berjevediyên dewlete dagirker û nejadpereste.

Ev perçe perçe bûn meydana manavra dijmin xurttir dike.
Hestê netewayetî kurd û kurdistanî tarûmar dike.

Hêwiyên jenerasyona temsîliyete kurd û kurdistayan bê taqat dike.
Werin em bibin yek, werin em bibin yek deng’’ belkî sibê ji mere bibê dereng’’.

Dijmin na razê ji bo dagirkiriya kurdistanê bi plan û projeye xwe yê ku kurd perçe bin û ev ji dagirkiriye xwe berdewam bikin.

Werin em bi hevre wan plan û projeyê dewlete dagirker û ticarete li ser xwîna kurdistaniyan tê kirin ser û bin bikin.
Plan û projeyên di odayê dewlete dagirker yê li ser kurd û kurdistanê’ ku di qozmik oda ‘da bi alîgirên wan tên çêkirin ser û bin bikin.

Em veke insiyatîfa yekîtiyê di pêşiye me di çi zor û zahmetî hebê jî, çi rêyek meşaqatlî hebê jî em ji wê destûre me wergirtiye na wegerin.

Emê di gûnd û bajar û bajarokê kurdistanê’ da bi kurdistaniyan re helweste yekîtiye xeta netew û demokrat û rêbaza barzanî parve bikin û xabatê xwe bê nawber berdewam bikin.

Bi wan sedeman civînê me yê li hereme çê dibin û bi girseyî ji aliyên alîgiran we tên li darxistin hêviyên me û xabata me xurttir dikin.

Em insiyatîfa yekîtiye PDK(li bakur) gelek şad û baxtewarin ku di civîna de her tim beşdar zêde dibin û piştgiriye xwe dîyar dikin.

Ji bo piştgirîye di civîne batmanê de ku ji alÎyên beşdaran we hatÎ kirin em yek bi yek rêzê xwe ji wan kurdistaniyan re ber pêş dikin û ji berpirsên partiyên rojavayê kurdistanê yê beşdarî civîne me bûyîn ji wan dîtin û fikr û ramanên wan yê netewî ku anîn ziman û piştgiriye insiyatîfa yekîtiyê kirin em rêzên xwe ji bo wan diyar dikin.

Ji bo beşdariye Serokê Partî û komelê bakurê kurdistanê ku beşdarî civîne insiyatÎfê bûyîn em gelek spasî û rêzên xwe ji bo wan diyar dikin.

KOMİSYONA İNSİYATİFA YE KİTİYE PDK (Lİ BAKUR)
BAKURÊ/ KURDİSTANÊ

BEŞDARIYA PARTİ /KOMEL U SİYASETMEDARÊN KURD
Serokê KADEP brêz Lütfü Baksi
Partîya Azadîya Kurdistan (PAK)
Serokê şaxa Batmanê Yusuf Özademir TKD-P
Dr. Şirin Mele mistafa Lijna istîşarî ya PDK-S
Brêz Selah Kutna li ser nawê malbata şehid Mişhel Temo
Brêz Said Mihammed PARTIYA YEKİTİYA KURD Lİ SURİ
KOMEL AHMEDÊ XANİ YA ŞAXA BATMANÊ
KOMELA CAN YA SURİ
Serokê Aşirete xeleciye ya qoserê brêz Yusuf Kılıçaslan û Mehmet Kılıçaslan
Brêz Salar Hogo PDK-S
Brêz A.Mecit Aslan Serokê WAQFA BECİRMAN
Brêz Behzed Demirel li ser navê malbata özdemire(RAMAN)
Brêz Nezir Şemikan siyasetmedarê kurd
Brêz Seyid Salih HİZBİ DEMOKRATİ EL PARTİ SURİ